Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Medya Ukrayna Dibêje li Kîev û Bajarên Din Peqînên Xurt Çêdibin


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku li Kîev ya paytexta Ukrayna û li hin bajarên din yên wî welatî peqînên bi hêz çêbûne.

Reutersê ew agahî ji zarê medya herêmî ya Ukrayna ragihand.

Li seranserê Ukrayna sîrenên êrîşên esmanî lêdikevin.

Medya herêmî dide zanîn ku li Ivano-Frankivsk yê li rojavayê Ukrayna, li Harkov yê li rojhilat û li Kherson yê li başûr jî peqînên hêzdar hatine bihîstin.

Jêderên fermî ser peqînê hîn ti agahî nedane.

Reuters dide zanîn ku ew bi awayekî serbixwe nikare peqînan piştrast bike.

XS
SM
MD
LG