Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Ukrayna: Hêzên Rûsî Êrîşên li Rojhilata Ukrayna Tund Dikin

Nexşeya herêmên Donetsk û Luhansk yên cudaxwaz
Nexşeya herêmên Donetsk û Luhansk yên cudaxwaz

Serfermandarîya Giştî ya artêşa Ukrayna îro Pêncşemê dîyar kir ku hêzên Rûsî hewildanên xwe berdewam dikin da ku êrîşên xwe li çend beşên enîya şer ya li rojhilat tund bikin.

Serfermandarîya Ukraynî ragihand ku hêzên Rûsî dijî navend û avahîyên binesazî yê yên li seranserê welat êrîşên mûşekî û esmanî didomînin.

Nûnerê herêma Luhanskê ya cudaxwaz li Rûsya Rodion Miroshnik jî ragihand ku niha nêzî 8 hezar hêzên Ukraynî li herêmên Donetsk û Luhanskê di bin dorpeçê de ne û rojane hejmara wan bi sedan zêde dibe.

Daxuyanîyên Miroshnik heya niha ji hêla çavkanîyên serbixwe nehatine piştrast kirin.

XS
SM
MD
LG