Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve yê Ukrayna Dibêje Bala Rûsya Ne li Ser Aştîyê Ye


Dmytro Kuleba
Dmytro Kuleba

Wezîrê Derve yê Ukranya Dmytro Kuleba îro Pêncşemê dîyar kir ku bala Rûsya ne ser danûstandinên aştîyê yên Normandîya ne.

Kuleba da zanîn ku Rûsya nivîsên dîplomatîk yên veşartî diweşîne û zararê dide danûstandinên bo rawestandina şerê li rojhilata Ukrayna.

‘’Rûsya bi tevgerên xwe danûstandina Normandîya diqedîne, raber dike ku bala wê ne li ser e û zararê dide bawerkirina bi wê.’’ Kuleba got.

Wezareta Derve ye Rûsya do Çarşemê jimareke nameyên bi Fransa û Almanya re weşandin û îdia kir ku sekna Moskowê ya bo rojhilata Ukrayna şaş tê raber kirin.

Di danûstandinên Normandîya de, Ukranya, Rûsya, Almanya û Fransa hene.

XS
SM
MD
LG