Ajansa nûçeyan ya Reutersê îro Pêncşemê ragihand ku Rûsya bi 3 dronan êrîş biriye ser Makariv ya li rojavayê Kîev ya paytexta Ukrayna.
Reutersê ji zarê karbidestên Ukraynî da zanîn ku Rûsya bi wan dronan zarar dane binesazîyên girîng.
Karbidestên Ukraynî dîyar dikin ku ew dron çêkirina Îranê ne.
Li gor pêşagahîyan di encama êrîşan de ti kesî canê xwe ji dest nedaye.
Makariv bi qasî 55 kîlometre li rojavayê Kîev ya paytext dikeve.
Berî şerê Rûsya û Ukrayna destpê bike, nifûsa Makarivê bi qasî 10,000 bû.