Şîretvanê Serokomarîya Ukrayna Mykhailo Podolyak îro Duşemê bang li dewletên cîhanê kir ku Rûsyayê ji komên navnetewî derxin.
Podolyak piştî êrîşên dawî yên Rûsya ji Twitterê dîyar kir ku divê Rûsya di serî de G20 ji hemî komên navnetewî were derxistin.
Wî dîyar kir ku Rûsya bi êrîşên dawî zararê dide binesazîyan û sîvîlan dikuje û got ku karbidestên Rûs gerek êdî nikaribin bi rêberên G20 re li heman maseyê rûnin.
Ji alîyê din ve, Balyozxaneya Amerîka ya li Kîevê jî Rûsya jiber êrîşên dawî şermezar kir.
Balyozxaneya Amerîka ya li Kîevê da zanîn ku ew dijî êrîşvanîya Rûsya ligel Ukrayna ne.