Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Mehekê ji Êrîşên Rûsyayê Rewşa Ukrayna Çi Ye?


Dîmeneke ji şerê li Ukrayna
Dîmeneke ji şerê li Ukrayna

Êrîşa Rûsya ya dijî Ukrayna, ku di 24'ê Sibatê de destpê kir û îro Çarşemê dikeve meha yekê.

Hikûmeta Ukrayna û hêzên wê li gelek enîyan dijî hêzên Rûsî mehek e, hîn jî şer dikin.

Ji alîyê din ve, Ukrayna di nava metirsîyan de bi tirs e û herwiha şîna mirîyên xwe digire, lê ji radestbûnê yan hindakirinê dûr e.

Rûsya meheke berê dest bi ku êrîşa xwe ya leşkerî ya ser Ukrayna kir, ya ku ev wek 'operasyona taybet ya leşkerî' bi nav dike; bi hejmareke pir bilind ya kuştî yan, aborîya hilweşîyayî ya jiber toleyan Rojavayî û bê dawîbûneke dîyar.

Serokê Amerîka Joe Biden û hevalbendên wê yên serekî vê hefteyê li Bruksel û Warşova kom dibin; jibo nîqaşkirina pîvanên nû yên cezakirinê û zêdetir alîkarîya leşkerî bo Ukrayna.

Pêlên şok yên aborî û jeopolîtîk yên şer - bilindbûna buhayên enerjîyê, tirsa ser peydakirina xwarinê ya cîhanî û herwiha hevkarîya Rûsya û Çînê di jinûve avabûna nû ya cîhanê ya piştî Şerê Sar - li seranserê dinê ku hêj ji krîza COVID-19 derneketiye, deng vedide.

Serokê Ukraynî Volodymyr Zelenskyy bi tîşortên xwe yên zeytûnî, rûyê nekurkirî û bêsebir bo alîkarî û piştvanîyê bangê li welatên çaralîyê cîhanê dike.

Ew bû rêberekî dema şer û rekêbirê jimara yekê yê Serokê Rûsya Vladimir Putin.

Zelenskyy îro di parlementoya Japonya de gotarek pêşkeş kir û got ku şerê çar hefteyî bi hezaran kes kuştine, di nav de herî kêm 121 zarokên Ukraynayî jî hene.

“Gelê me nikare xizm, dost û cîranên xwe yên hatine qir kirin, bi rekûpêkî binax bike. Ew mecbûr dimînin ku li hewşên avahîyên wêranbûyî, li kêleka rêyan wan veşerin, "Zelenskyy got.

Di şerê li Ukrayna de heya armancên serekî yên Rûsya pêk nehatine. Tevî ku paytext Kîev, ji hêla êrîşên Rûsî ve bênavber tê armanc kirin, bajar ne hatiye girtin û ne jî hatiye dorpêç kirin.

Topbaran û gulebaranên zêdetir îro jî bajar ên Ukraynî hejandin, dûmana reş ji ser herema rojava bilind dibû; cîhê ku her du alî bo kontrolkirina çend taxan pevçûnên dijwar didomînin.

Karbidestên Kîevê ragihand ku navendeke kirîn û firotinê û avahîyên din hatine bombebaran kirin û di encamê de 4 kes birîndar bûne.

Bajarvanê Kîevê, Vitali Klitschko da zanîn ku ji destpêka şer û vir ve herî kêm 264 sivîl li paytext hatine kuştin.

Li başûr, bajarê benderê Mariupolê ev çend hefte ne di bin dorpêç û bombebaranê de ye ku rûbirûyê wêranîya herî xirab ya şer dibe.

Lê, hêzên Ukraynayî hîn jî nehiştine ku Mariupol tekeve destê hêzên Rûsî.

Zelenskyy dîyar kir ku şênîya Mariupol berîya şer 430 hezar bû, lê niha tenê 100 hezar sivîl li bajar mane.

Mariupol ji dibe armanca êrîşên esmanî, bejahî û deryayî û herwiha bo kesên li wir asê mane hewildanên bo alîkarîya xwarin û pêdivîyên din yên bingehîn bi gelemperî bi ser nakevin.

Peter Maurer, serokê komîteya navneteweyî ya Xaça Sor îro Çarşemê bo gotûbêjên bi karbidestên Rûsî re çû Moskowê ku ser alîkarîyên mirovî, girtîyên şer û mijarên din hevdîtinan bike.

"Wêranîyên ku jiber pevçûnên di hefteyên dawî de û herwiha pevçûnên heşt salan li Donbasê derketine holê, pir mezin in," Maurer got.

Berdevikê Kremlînê Dmitriy Peskov dîyar kir ku “operasyona leşkerî" bi xurtî li gor plan û armancên dîyarkirî dimeşe.

“Armancên Putin - xilasbûna ji potansîyela leşkerî ya Ukrayna û piştrask bike ku Ukrayna ji navendek dijî Rûsya bibe welateke bêalî, hîn jî didomin," Peskov got.

Rûsya bi awayekî fermî vê êrîşê wek "operasyona leşkerî ya taybet" bi nav dike û karanîna peyvên mîna "dagirkerî" û "şer" qedexe dike û hevdem polîsan bi hezaran xwepêşanderên dijî şer digirin.

Lê, jiber ku hejmara kuştîyan zêde dibe û serketina demûdest êdî ne pêkan e, Rûsya neçar e ku bixebite da ku moralê hêzên xwe xurt bike.

Li gor qanûnekê ku îro hate pejirandin, leşkerên li Ukraynayê wek yên ji şerên berê wê heman mûçeyan wergirin ku di nav de kêmkirina bacê, daxistina buhayên xizmetan û giheştina bijartî ya dermankirinê jî hene.

Karbidestên Rojavayî dibêjin ku berxwedana Ukrayna piranîya pêşveçûnên Rûsî rawestandiye.

Ew didin zanîn ku hêzên Putin rûbirûyê kêmahîyên cidî yên mîna xwarin, şêwit, alavên hewaya sar, kincên zivistanê û gelek leşker jî bi sermayê ketine.

Hejmara kuştîyên leşkerî ya Rûsya ne dîyar in, lê li gor texmînên karbidestên Rojavayî ew hejmar bi hezaran e.

Amerîka texmîn dike ku Rûsyayê, di nav de leşker, tank û alavên din hene, pirtir ji sedî 10 ya kanîna şer ya giştî hinda kiriye ku di destpêka şer de hebû.

Wezareta Berevanîyê ya Brîtanya ragihand ku şerê li bakurê Ukrayna bi awayekî giştî 'statîk' e. Lê, hin pisporên leşkerî yên Rojavayî hember pêbawerîya zêde ya ser şansên demdirêj yên Ukrayna hişyar dikin jiber ku artêşa Rûsya ya pir mezintir û hêzdartir e.

Ew herwiha bal dikşînin ser tecrûbeyên Kremlînê yên di şerên berê de û dibêjin ku hêzên Rusî berxwedanê bi êrîşên ku bajaran bi temamî wêran dikin, têk dibirin; bêhejmar sivîl kuştin û bi mîlyonan kes dan koçber kirin.

XS
SM
MD
LG