Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna: Sîvîlên li Sievierodonetskê Ketine Rewişeke Dijwar


UKRAINE-CONFLICT-RUSSIA-100DAYS
UKRAINE-CONFLICT-RUSSIA-100DAYS

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ji zarê karbidestên Ukrayna ragihand ku hêzên Rûsya pira dawî ya diçe Sievierodonetskê hilweşandine.

Reutersê dîyar kir ku sîvîlên li Sievierodonetskê li wir asê mane û ti rêka pê alîkarîya mirovî bigêhîje wan nemaye.

Walî Serhiy Gaidai got ku jiber hilweşîna pira dawî derketina ji Sievierodonetskê ne pêkan e.

Gaidai ji Telegramê da zanîn ku Rûsya hîn temamê bajêr bi dest xwe nexistiye, lê dîyar kir sîvîl li wir asê mane.

Wî dîyar kir tevî ku kontrola 70 ji sedê bajêr di bin kontrola hêzên Rûs de ye jî yekîneyên Ukrayna li wir li ber xwe didin.

Li Sievierodonetskê, ku berî çar mehan bi qasî 100,000 lê bûn, ew çend hefte ne şerê sûkan heye.

Karbidestên Ukrayna dibêjin pirtir ji 10,000 kes li Sievierodonetskê mane û didin zanîn ku bi sedan sîvîl ketine kargeha kîmyayî ya Azotê û li wir berevanîya xwe dikin.

Gaidai dîyar kir ku jiber şerê didome binesazîya gaz, elektrîk û avê zarar dîtiye û da zanîn ku bi hezaran sîvîlên li bajêr di rewişeke dijwar de dijîn.

Rûsya ser kiryarên xwe yên li Ukrayna dibêje operasyoneke taybet e, lê Kîev ê hevbendên wê yên Rojavayî, Moskowê bi dagirkirinê tawanbar dikin.

XS
SM
MD
LG