Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna Dibêje Ti Kes ji Firoka Ketî Rizgar Nebûye


Karbidestên Ukraynî ragihand ku ji firoka Ukraine International Airlines, ku îro Çarşemê li Tehranê ketibû xwar, ti kes bi zindî nefilitîne.

Piştî ku firoka Ukraynî ji Tekranî rabûbş agir bi wê ketibû û dûre jî gêr bûbû û hemî 176 kesên nav wê firokê hatibûn kuştin.

Karbidestên Ukraynî ragihand ku firoka Boeing 737, herî dawî du roj berê di bin pêçdaçûnê derbaz bûbû.

Karbidstên Îranî jî radigihînin ku bizavên lêgerîna termên qurbanîyan berdewam dikin.

Wezîrê Derve yê Ukraynî Vadym Prystaiko ragihand ku 82 qurbanî Îranî, 63 Kanadî, 11 Ukraynî, 10 Swêdî, 3 Alman û 3 jî Brîtanî bûn.

XS
SM
MD
LG