Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlaman Ukrayna Wezîrê Saxlemîyê jiber Vaksînan ji Kar Dûr Dixe


Stepanov
Stepanov

Parlamana Ukrayna, Wezîrê Saxlemî Maksim Stepanov jiber nedîtina vaksînên vîrusa korona yên hewce ji kar dûr xist.

Serokwezîrê Ukrayna Denys Shmyhal di rûniştina li civata giştî de dîyar kir peyvajoya dîtina vaksînan giran meşîye.

‘’Heta niha 2,3 mîlyon doz vaksîn hatin. Li ser vê mijarê zor e ku meriv bêje Wezîrê Saxlemî Stepanov bi bandor e.’’ Shmyhal got.

Shmyal tevî Stepanov xwestibû ku wezîrên binesazî û aborîyê jî karvekişînên xwe ragihînin.

Stepanov karvekişîna xwe ranegihandibû û li ser vê yekê li parlamanê civînekê awarte ya dengdanê li dar ketibû.

Wî di axaftina xwe ya li parlamanê de gotibû ku ewê heta dawîya salê 42 mîlyon doz vaksîn bi dest Ukrayna kevin.

Nifûsa Ukrayna bi qasî 41 mîlyon e û li wir heta niha bi tenê ji doza yekê 948,000 vaksîn hatine karanîn.

XS
SM
MD
LG