Ukrayna îro Duşemê bang li Yekîtîya Ewrupa (YE) kir ku piştgirîya xwe ya bo Kîevê bidomîne.
Serokwezîrê Ukrayna Denys Shmyhal ji YE’ê xwest ku sozên xwe yên ser alîkarîya aborî û leşkerî bi cîh bîne.
Shmyal îro serê sibê bi parlamanterên YE re kom bû.
Seroka Parlamana Ewrupa Roberta Metsola dîyar kir ku Shmyhal ji YE xwestiye ku ew piştgirîya xwe bidomîne û bo aborî û leşkerîyê pişta Kîevê xurt bike.
Metsola da zanîn ku ew bi Shmyal re ser toleyên dijî Rûsya re jî axifîne.
Wê got ku divê ew piştgirîya bo gelê Ukraynî nîşan bidin û alîkarîya wan bikin.
Komên sîyasî yên YE dibêjin ku dibêjin ew piştgirîya bo Ukrayna dipejirînin û dixwazin ku Kîev bibe endama yekîtîyê.
Ukrayna Bang li YE Dike ku Piştgirîya bo Kîevê Bidomîne
