Karbidestên Ukraynî îro Înê ragihand ku ew hewil didin ku navenda navokî ya Zaporizhzhia jinûve bixebitînin.
Navenda navokî ya Zaporizhzhia, ku li Ewrupa navenda navokî ya herî mezin e, di bin kontrola hêzên Rûs de ye.
Walîyê Herêmî Oleksandr Strauhk dîyar kir ku ew hewil didin ku du reaktorên li navenda navokî ya Zaporizhzhia jinûve bişixulînin.
Reaktora 6’an ya navendê bi 10 ji sedê kapasîteya xwe dixebite û reaktora 5’an jî çaverê ye ku jinûve aktîf bibe.
Straukh da zanîn ku teknîker xebatên xwe yên bo Zaporizhzhia didomînin.
Rûsya û Ukrayna di demên dawî de hevdu bo êrîşên li dora Zaporizhzhia tawanbar dikin.
Ukrayna Hewil Dide Du Reaktorên Zaporizhzhia Jinûve Bixebitîne
