Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Ukrayna Zelenskiy Spasîya Welatên G7 Dike


Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskiy jiber piştgrîya welatên G7 ya bo Kîevê spasîya wan kir.

Welatên G7 bang li Rûsya kiribûn ku çek û leşkerên xwe yên li rojhilata Ukrayna vekişîne.

Rêberên Amerîka, Brîtanya, Kanada, Fransa, Almanya, Îtalya û Japonya piştî hilcivîna sê rojî bi daxuyanîyeke hevbeş piştgirîya xwe ya bo Ukrayna eşkere kiribûn û ji Moskowê xwestibûn ku tevgerên xwe yên bêîstiqrarîyê çêdike rawestîne.

Zelenskiy ji Twitterê dîyar kir ku ew jiber piştgirîya welatên G7 spasdarê wan e û ser rojhilata welatê xwe ‘’Qirim Ukrayna Ye!’’ nivîsî.

Kîev dixwaze bi ku bi piştgirîya welatên rojavayî, bi deh hezaran leşkerên Rûsya ji rojhilata Ukrayna û Qirimê derxe.

Ukrayna dibêje jiber şerê hêzên bi piştgirîya Rûsya ji 2014’an vir ve 14,000 kes hatine kuştin û welatên rojavayî ser rewişa wê herêmê dem bi dem fikarên xwe radigihînin.

XS
SM
MD
LG