Ajansa Reuters ragihand ku karkerên bendera deryayî ya Umm Qasr li başûrê Îraqê, îro Înê xwepêşandanek li dar xist.
Xwenîşanderên ku daxwaza kar û xîzmetên baştir ji hikûmetê kirin, bendera Umm Qasr daxistin.
“Wan rêya ku diçe benderê blok kirin û ti qamyonan nekarîbûn têkevin benrderê û ji wir derkevin. Rêvebirên benderê ji me west ku em herin malê,” karkerekî ji Reuters’ê re got.