Neteweyên Yekbûyî (NY) roja Înê dîyar kir ku jiber zêdebûn û belavbûna şer li Sûrîyê di nava hefteyekê de derdora 280 hezar kes derbider bûne.
Rêvebirê Bernameya Xwarinê yê Cîhanê (WFP) Samer Ebdilcebar li Cenevre ji rojnamevanan re got ku ji 27’ê Mijdarê vir ve 280 hezar kes li Sûrîyê koçber bûne.
Ebdilcebar got ku di nava vê jimarê de kesên ku dema alozîyên vê dawîyê de ji Lubnanê revîyane Sûrîyê tuneye.
“WFP û ajansên din yên mirovahî hewil didin ku jibo avakirina rêyên ewle yên gîhandina alîkarîyê bigihînin ji derbideran re peyda bikin. Divê em jibo her senaryoyekê amade bin, bi taybetî di warê cîhkirina derbideran de.”
Ebdelcebar hişyarî da ku ger rewşa heyî bidome, ew pêşbînî dikin ku nêzî 1.5 mîlyon kes ji cîh û warên veqetin û derbider bin.
Jêder: AFP