Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Dibêje Ev Erdhej jibo Helebîyan Trajedîya Herî Giran E


Dîrektorê Alîkarîyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Martin Griffiths dîyar kir ku li Tirkîye û Sûrîye dawî li xebatên rizgarkirinê tê û ragihand ku niha pêdîvîyên serekî xwarin, sitargeh û desteka psîkolojîk e.

Griffiths ew daxuyanî di serdana Heleb ya li bakurê Sûrîyê de da.

Wî dîyar kir Heleb bi salan e bi êşên giran re rûbirû maye, lê got ku erdheja dawî tecrubeya herî xirab ya Helebîyan e.

Li gor ragihandina Griffiths, NY wê li Sûrîyê hem bo herêmên hikûmetê hem jî bo yên serhildayan alîkarîyê bişîne.

‘’Divê dinya vê travmayê derman bike. Milet zarokên xwe hinda kirin, hin filitîn, hin di bin enqazan de man’’ Griffiths got.

Griffiths piştî danûstandinên li Tirkîyê derbazî Sûrîyê bû.

Karbidestên Tirkîyê dibêjin hejmara mirîyên erdhejê ji 30,000’î borî.

NY dide zanîn ku li Sûrîyê pirtir ji 4300 kesan jiber erdhejê canên xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG