Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Dê Salvegera Damezrandina Xwe ya 75an bi Riya Înternêtê Vejîne


Neteweyên Yekgirtî roja Duşemê bîranîna 75an a damezrandina rêxistinê vedijîne û dupat dike ku “hevrengiya aliyan ne bijarek e, belê ew pêwîstî ye.”

Ew dê hefteya xwe ya salane bi gotarên serokan veke, ku dê bi riya înternêtê bin, bi sedema vîrusa koronayê û pîvanên tenduristiyê ku li New Yorkê hatine sepandin.

Li taxa Manhatinê, ne cade tê dorpêçkirin û ne jî avahiya NY tije karmend dibe. Ji her welatekî, dê tenê dîplomatekî ku li Amerîka dimîne li komeleya giştî ya NY amade be û gotara welatê xwe pêşkêş bike.

Sekreterê giştî yê NY Antonio Guterres roja Çarşemê gotibû:

“Da ku çalak bimîne, demokrasiyê pêwîstî bi pêwendiyeke berdewam heye, û mixabin ku derfeta komkirina serkirdeyên cîhanê nîne” îsal.

Dê serokên Rûsya û Çînê gotarên xwe roja Sêşemê pêşkêş bikin, piştî ya serokê Amerîka Donald Trump.

Ti gotar ji serokê Korya Bakur û Sûriyê re nînin, belê serokê Vanzuela roja Çarşemê gotarekê pêşkêş dike.

Dê serkirdeyên 193 welatên endam roja Duşemê daxuyaniyeke dijî pîvan û biryarên yekalî pesend bikin ku dê niyazên pak derbibire.

XS
SM
MD
LG