Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çar Berbijêrên Sekreterîya NY Planên Xwe Bo Cîhanê Eşkere Dikin

From Left: U.N. Trade Chief Rebeca Grynspan, Senegal’s former President Macky Sall, Former Chilean President Michelle Bachelet, and IAEA Director General Rafael Grossi
From Left: U.N. Trade Chief Rebeca Grynspan, Senegal’s former President Macky Sall, Former Chilean President Michelle Bachelet, and IAEA Director General Rafael Grossi

Çar berbijêrên ku dixwazin bibin Sekreterê Giştî yê nû yê Neteweyên Yekbûyî (NY), vê heftîyê dê bersiva pirsan bidin ka ewê çawa vê sazîyê birêve bibin.

Sekreterê Giştî yê NY bi biryara Civata Giştî û li ser pêşnîyara Konseya Ewlekarîyê tê hilbijartin. Sekreterê nû yê ku dê şûna Antonio Guterres bigire, di 1ê Çileya 2027’an de ji bo pênc salan dest bi wezîfeya xwe dike.

Seroka berê ya Çîlî Michelle Bachelet, roja Sêşemê dest bi wê pêvajoyê dike ku NY wekî “diyalogên rûbirû” pênase dike.

Tê payîn ku roja Sêşemê, Serokê Ajansa Atomê ya NY Rafael Grossi jî plana xwe eşkere bike û namzedîya xwe pêşkêş bike.

Karbidesta Bilind a Bazirganîyê ya NY Rebeca Grynspan û Serokê berê yê Senegalê Macky Sall jî dê roja Çarşemê planên xwe pêşkêş bikin.

Di vê pêvajoyê de, her berbijêrek plana xwe ya ji bo birêvebirina NY’yê pêşkêş dike û piştre bersivê dide pirsên endamên NY’yê.

Di daxyanîyên xwe yên nivîskî de, her çar berbijêran destnîşan kir ku NY sazîyeke pêwîst e, lê belê hewceyî guhertinan e.

This item is part of
XS
SM
MD
LG