Civîna salane ya Neteweyên Yekbûyî (NY) îro Çarşemê jî didome. Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson, Serokê Vietnamê Nguyen Xuan Phuc û Serokê Malawîyê Lazarus McCarthy Chawera îro di cîvîna NY'ê de diaxivin.
Berîya axaftina xwe, Serokwezîrê Brîtanyayê Johnson dîyar kiribû ku ew ê balê bikşîne ser guherina keş û hewayê û gotibû ku gengeşîya aborîya cîhanê divê di çarcoveya geşpêdana kesk de be.
Johnson roja Duşemê li ser Twitterê nivîsîbû ku divê welatên dewlemend pişgirîya welatên hejar ber bi pêşdeçûnê bikin da ku ew welat aborîyên xwe bi awayekî mayînde birêve bibin.
Îsal têkoşîna li dijî guherîna keş û hewayê yek ji mijarên serekî yên civînê Neteweyên Yekbûyî ye. Sekreterî Giştî yê NY Antonio Guterres bi Serokê Guatemalayê Alejandro Giammattei û Serokê Hondurasê Juan Orlando Hernandez re civîya berîya axaftina wan ya Çarşêmê.
Sala par jiber pandemîya virûsa korona, serokên dewletên cîhanê bi awayekî zindî tevlî civîna NY nebûn, lê îsal nêzîkî 100 serokên cîhanî li New Yorkê tevlî civînê dibin. Yên din jî bi rîya online, bi axaftinên tomarkirî beşdarî civînê bûn, wekî Serokê Venezualayê Nicolas Maduro, Serokê Endonezyayê Joko Widodo, û Qiral Abdullah yê Urdunê û Serokê Kazakîstanê Kassym-Jomart Tokayev.