Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Pevçûnên Xiristiyan û Misilmanan Li Etiyopyayê Şermezar Dike


Komîsera Bilind ya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekgirtî Michelle Bachelet
Komîsera Bilind ya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekgirtî Michelle Bachelet

Berpirsa mafên mirovan a Neteweyên Yekgirtî îro Şemiyê hişyarî da pevçûnên kujer yên vê dawiyê di navbera Misilman û Xirîstiyanên Ortodoks da li Etiyopyayê û bang li rayedaran kir ku lêpirsînê bikin û tawanbaran derxînin pêş dadgeriyê.


Komîsera Bilind ya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekgirtî Michelle Bachelet got ku ew "gelek xemgîn" e ji ber tundûtûjiya ku dawiya meha borî li bakurê Etiyopyayê rû daye ku li gorî raporan herî kêm 30 kes hatine kuştin û zêdetirî 100 kesên din jî birîndar bûne.


Wê herwiha got pevçûn li bajarê Gondar li herêma Amhara di 26ê Nîsanê da li gor ragihandinan jiber nakokiyek axê bûye dest pê kirîye, berî ku zû li herêmên din û li paytextê Etiyopyayê Addis Ababa belav bibe.


Michelle Bachelet got bi tevayî, gorî ragihandinan polîsan bi kêmî ve 578 kes li herî kêm çar bajaran ji ber pevçûnan girtine û desteser kirine.


Bachelet got, "Ez bang li rayedarên Etiyopyayê dikim ku bi lez dest bi lêpirsînên bêkêmasî, serbixwe û zelal li ser her yek ji van bûyerên kujer bikin."

XS
SM
MD
LG