Berpirsê ajansa Neteweyên Yekbûyî yê jibo penaberên Filîstînî (UNRWA), Philippe Lazzarini daxwaza sekinandina şer ya demûdest kir ku alikarîya mirovahî bigiheje penaberên Filîstînî.
“Sekinandina şer ya jibo armancên mirovahî gelek girîng e û jibo bi mîlyonan kesan bûye mijara miri û mayînê. Divê Îsraîl dest ji cezakirina girseyî ya Filîstînîyan û bi zorê derbiderkirina wan berde,” Lazzarini êvara Duşemê, di civîna awarte ya Neteweyên Yekbûyî de got.
Lazzarini bal kişand ku gelek filîstînî ku li av û xwarinê digerin, derîyên depoyên wan şikandine û bi zorê embarên wan û ew yek jî kar wan wê gelek dijwartir bike.
Lazzarini di rûniştina agahîdanê ya Civata Ewlekarîyê de got ku rêvebirên payebilind yên UNICEF û ofîsa karên mirovahî ya Neteweyên Yekbûyî behsa rewşeke pir xirab li Gazayê dikin.
Lazzarini da zanîn ku hejmara zarokên ku di nava 23 rojên borî de li Gazayê hatine kuştin, ji hejmara salane ya zarokên ku li seranser cîhanê di qada şer de hatine kuştin zêdetir e û bertekeke tund li wê yekê nîşan da.
Lazzarini herwiha got ku tenê hejmareke hindik ya karwanên alîkarîyê di rojên dawî de ji derbazgeha Refah ketine Gazayê û ew j têrî hewcedarîyên pirtir ji 2 mîlyon kesên li wê derê nake.