Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Encamên Kombûnên Komîta Destûrî ya Sûriyê li Cinêvê


Şandiyê Netweyên Yekgirtî bo Sûriyê Geir Pederson
Şandiyê Netweyên Yekgirtî bo Sûriyê Geir Pederson

Di dawiya gera şeşan ya kombûnên komîta destûrî ya Sûriyê de li Cinêvê, şandiyê Netweyên Yekgirtî bo Sûriyê Geir Pederson ji peyamnêran re got wan nikaribû pêşketinên ku wan hêvî dikirin pêk bînin û têgihiştinek nebû li dor pêşvebirina proseyê.

Pederson berî destpêkirina kombûnan roja 18 mehê, gotibû ku aliyên sereke yên hikûmet û opozisyonê erê kirine dest bi darêştina çaksaziyên destûrî bikin.

Geşbîniya Pederson ya berî destpêkirina kombûnan di roja dawî de bêhîvîyek li xwe girt ku gera şeşan jî wekî gerên berî wê bê berhem encam da.

Di vê gerê de, çaverê bû ku aliyên beşdar ji qonaxan guftûgoyan derbasî qonaxa darêştina destûreka nû bibin.

Di kombûnên 5 rojan de, çi mijar hatin pêşkêşkirin û çima ti pêşketin nebû?

Kî naxwaze ev kombûn bi serkevin û rola civaka navnetewî di vê derbarê de çiye?

Eger hat û karê komîta destûrî têk çû, çi rê li pêş Sûriyan û li pêş civaka navnetewî dimîne ji bo Sûriyê?

Kamiran Haco
Kamiran Haco

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna birêz Kamîran Haco ronî dide ser vê mijarê:

Kamîran Haco, berpirsê pêwendiyên derve yê Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) ye û Niwênerê wê di komîta destûrî ya Sûriyê de ye ku li welatê Swêd dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke

Hest û Helwest 26-10-2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:29:35 0:00


XS
SM
MD
LG