Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Xema Xwe ji Rewşa Aloz ya Lîbyayê Radigihîne


Hêzên çekdar li Ain Zara, Trablus (Arşîv)
Hêzên çekdar li Ain Zara, Trablus (Arşîv)

Nûnertîya Neteweyên Yekbûyî ya li Lîbyayê şeva Pêncşemê got ku ew ji raportên ser tevgerên leşkerî yên Trablusê û gefên karanîna hêza leşkerî jibo çareserkirina krîza ser kontrola Banka Navendî xembar in.

Cîgira serokê nûnertîya Neteweyên Yekbûyî, Stephanie Koury roja Duşemê ji Civata Ewlekarîyê re gotibû ku rewşa sîyasî û leşkerî li Lîbyayê di du mehên borî de xirab bûye û gefa pevçûnên çekdarî jî zêde bûye.

Koury gotibû ku gefa karanîna hêza leşkerî li taxên şênîbar nayê qebûl kirin jiber ku gef li ser jîyan û ewlekarîya sivîlan dike.

Li Lîbyayê pêla herî dawî ya alozîyan piştî hewilên alîyên siyasî yên jibo dûrxistina serokê Banka Navendî ya Lîbyayê (CBL) Sadiq el-Kabîr ji posta wê destpê kiribû û komên çekdar yên hevrik dijî hev ketibûn tevgereke leşkerî.

Îro Înê Mihemed el-Şûkrî, ku li şûna Kabîr hatibû pêşnîyar kirin, bi daxuyanîyekê got ku ger du sazîyên qanûnî yên hevrik piştgirîya wî bikin, ewê wî karî qebûl bike.

Lîbya, ku yek jî hilberînerên serekî ya petrolê ya li Derya Sipî ye, ji serhildana sala 2011'an ya bi piştgirîya NATO vir ve bûye qada krîz û bêîstiqrarî. Lîbya di sala 2014'an de di navbera alîyên şerker yên rojhilat û rojava de perçe bûbû ku Rûsya û Tirkîyê piştgirîya wan dikin.

Tevî ku şerên mezin bi saya agirbesta sala 2020an sekinî, hewilên jibo dawîkirina krîza siyasî serketî nebûn, komên çekdar bûn xwedî hêz û jibo kontrolkirina çavkanîyên aborî yên girîng carna ketin nava pevçûnên çekdarî.

Rojhilata Lîbya, ku navenda parlamanê ye, di bin kontrola Artêşa Netewî ya Lîbya (LNA) ya fermandar Xelîfa Haftar de ye.

Bajarê Trablûs û bakurê rojavayê welêt, ku Hikûmeta Yekîtîya Netewî (GNU) ku civata nanetewî bi fermî nas dike û û navenda piranîya sazîyên dewletê ye, bûye qada desthilatê ya navbera komên çekdar ku pir caran şerî hev dikin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG