Fermandarîya Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku wê ser leşkerê Amerîkî yê hefteya borî ji Koreya Başûr revîye Koreya Bakur, bi Pyongyangê re dest bi danûstandinan kiriye.
General Andrew Harrison yê Fermendarîya NY dîyar kir ku danûstandin di ser peymana agirbesta ya Şerê Kore ya 1950-1953’yan re çêdibe.
Jiber ku şer ne bi peymana aştîyê, lê bi agirbestê dawî bûbû, Amerîka û Koreya Bakur bi awayekî teknîk hîn di şer de ne û ti peywendîya wan ya dîplomatîk tuneye.
Harrison dîyar kir ku rewşa leşkerê Amerîkî Travis King mijara herî girîng ya Fermandarîya NY’ê ye.
Wî got ku ew jiber taybetbûna mijarê nikare zêdetir hûrgilîyan bide.
Çaverê bû King piştî qedandina cezayê xwe yê girtîgehê li Koreya Başûr temam kir, ku jiber êrîşê sitandibû, vegerîya Fort Bliss ya Amerîka.
Koreya Bakur ser King yê Sêşema borî derbazî wî welatî bû hîn ti daxuyanî nedaye.
Karbidestên Amerîkî dibêjin ku ew jiber rewşa King ketine fikaran jiber ku Koreya Bakur guh nade daxwazên wan yên derbarê King.