Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: Sûriyê Zêdetir ji 20 Caran Çekê Kîmawî bi Kar Anîye


Roja Çarşemê lêkolînvanên tawanên cengan yên girêdayî Netewên Yekbûyî ragihandin ku, hêzên Sûriyê zêdetir ji 20 caran çekê Kîmawî di şerên navxweyî yên çend salan de li Sûriyê kar anîye.

Cara herî bi bandor ya Xan Şêxûn bû, Amerîka li ser wê, êrîşî bingeha esmanî û firokên cengê yên hikûmeta Sûrî bombebaran kir bûn.

Encamên herî zelal hatîn bidest xistin, raporta komîta lêkolînan ya girêdayî Netewên yekbûyî bû, dema daye eşkere kirin ku, firokên cengê yên Sûriyê gaza Sarîn berdaye ser Xan Şêxûn, li parêzgeha Îdlbê, li meha Nîsana bûrî û zêdetir ji 80 kesan hatîn kuştin.

Raport dibêje "Hêzên hikûmeta Sûrî, cûrên çekên kîmawî li dij sivîlan bikar anîye li herêmên li jêr kontrola opozisyonê de ne, di cara herî metirsîdar de, hêzên esmanî yên Sûrî, gaza Sarîn avêtiye ser Xan Şêxûn li Îdlbê, dehan kes hatine kuştin ku, piraniya wan jin û zarok bûn.

Herwiha di raporta komîtê de hatiye ku, bi giştî heta niha wan 33 êrîşên kîmawî bi belge tomar kirine.

Komîte dîsan dibêje hêzên dewletê 27 êrîş encam dane, 7 ji wan êrîşan di navbera 1î Adarê heta 7î Xizîranê de pêkhatine.

XS
SM
MD
LG