Karbidestekî Neteweyên Yekbûyî (NY) îro Pêncşemê hişyarî da ku şaxê koma terorîst ya DAIŞ li Afganistanê metirsîyên terorîst yên herî mezin li hember Ewrupayê peyda dike.
Ev daxuyanî di demekê de tê ku şaxê DAIŞ li Afganistanê, ku bi navê ISIS-K tê nasîn, hêza xwe ya rêxistinî xurt dike.
“ISIS-K di şeş mehên borî de şîyanên xwe yên darayî û lojîstîk pêş xistiye, di nav de jî peydakirina piştgirîyê li nav dîyaspora Afganî û ya Naverasta Asyayê,” Vladimir Voronkov, Cîgirê Sekreterê Giştî yê NY bo erkê dijî terorê, got.
Di meha Adarê de wê komê êrîşek ser holeke konsertan li Moskowê xist stûyê xwe. Di êrîşê de 145 kes hatin kuştin.
Voronkov got ku rîska şaxê Afganistan yê DAIŞ jibo pêkanîna êrîşên terorîst li derve bûye tiştekî eşkere. Wî bal kişand ser hewilên zêdebûyî yên wê komê jibo peydakirina alîgiran.
Karbidestê NY herwiha hişyarî da ku çalakîyên DAIŞ li Rojhilata Navîn jî zêde bûne. Wî herwiha got ku li Rojavayê Afrîqa û herêma Sahel jî şaxên DAIŞê “deverên operasyonên xwe berfireh û bihêz kirine.”
Di raportekê de ku meha borî hate weşandin, Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres dîyar kiribû ku desthilatdar di asta hişyarîyê de bûn dijî êrîşên pêkan di dema Kupaya Euro ya futbolê û Olîmpîyatên Parîsê de.
“Ez bang li hemû welatên endam dikim ku bibin yek û nehêlin Afganistan dîsa bibe qada çalakîyên terorîstî ku bandorê li welatên din bikin.”
Jêder: AFP