Ajansên Neteweyên Yekbûyî îro Çarşemê hişyarî da ku nêzîkî yek milyon kes li Afganistan, Etyopya, Sûdana Başûr, Somalya û Yemenê yan ligel birçîtîyê dijîn yan jî dê îsal rastî birçîtîyê werin.
Ev hişyarî di demekê de tê ku alîkarîya mirovî tune ye û krîza xwarinê ya cîhanê xirabtir dibe.
Nakokîyên xwecihî û seqayên tund her dimînin sedemên serekî yên derketina birçîtîyê, ku îsal ligel ne aramîya aborî ya girêdayî bandora pandemîya COVID-19 û şerê Rûsya li Ukraynayê zêde bûye.
“Hişkaya tund li hinek deverên rojhilata Afrîqayê hiştîye ku xelk rastî birçîtîyê werin. Nebûna ewlekarîya xwarinê zû zêde dibe û li seranserê cîhanê belav dibe. Bêyî bersîveke mirovî ya bihêz, dê rewş di mehê bê de xirabtir bibe,” Rêxistina Xwarin û Çandinîyê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO) ragihand.
Tevî ku buhayên kelûpelên çandinîyê li ser asta cîhanî di mehên dawî de kêm bûne, lê hîn jî buhayên xwarinê li çend welatan bilind dimîne. Eger rêkeftina di navbera Rûsya û Ukraynayê de derbarê derxistina genim û dexilûdanên ji Ukraynayê birûxe, dê ew risk zêdetir bibe.
Li ser asta cîhanê, Ukrayna welatê çaran e ku dexilûdanê derdifiroşe. Rûsya jî di rêza sîyan de cîh digire.
Li gor raporteke FAO ku ligel Programa Xwarinê ya Cîhanî ya Neteweyên Yekbûyî (WFP) hatiye amade kirin, buhayên bilind yên xwarin û sotemenîyê gelek aborîyên pêşketî neçar kirine ku siyasetên xwe yên darayî kontrol bikin. Vê yekê jî bandoreke neyênî li welatên xwedî dahatên nizim kiriye, jiber ku ew êdî nikarin buhayên zêdebûyî yên kirîna kelûpelan ji derve peyda bikin.
Raportê got ku “tê çaverê kirin ev nîşan di mehên bê de zêde bibin, ligel bilindbûna rêjeya hejarî û nebûna ewlekarîya xwarinê, û herwiha rîskên derketina ne aramîya sivîl.”