Raportora taybet ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Mariana Katzarova îro Duşemê ragihand ku rewşa mafên mirovan ya li Rûsya, ji dema destpêbûna şerê Ukrayna vir ve bi awayekî berçav xirab bûye.
Katzarova rewşa mafên mirovan ya li Rûsya wek "tepeserkirineke sîstematîk"ya li ser civaka sivîl pênase kir û bo serrastkirina rewşa xirab bang kir.
Pispor Katzarova di raporta xwe îdia dike ku desthilatdarên Rûsî bi girseyî girtinên keyfî yên rexnegirên şer pêk anîne û dibêje ku kesên girtî jiber "karanîna domdar ya êşkence û muameleya xirab di xeterîya mirinê de ne".
"(Pispor) sînordarkirinên qanûnî yên vê dawîyê ku jibo tirsandina civaka sivîl û cezakirina bizavkarên mafên mirovan û yên din jiber helwesta wan ya dijî şer belge kirine," raporê di encamên xwe de got.
Di raportê de tê eşkere kirin ku pêkanîna tundîya van qanûn û rêziknameyan dibe sedema eciqandineke sîstemî ya ser rêxistinên civaka sivîl û girtina medya serbixwe,"
Ev cara yekê ye ku Civata Mafên Mirovan ya NY (HRC) ya 16 salî tê erkdarkirin ku yek ji endamên xwe yên bi navê "P5" lêpirsînê bike, ku kursîyên herdemî yên di Civata Ewlekarîyê de hene.
Berdevikê Kremlînê Dmitriy Peskov got ku jiber ku wî hîn raport nedîtiye ew nikare şîrove bike.
Moskow berê jî rexneyên ser mafên xwe yên navxweyî bêbingeh bi nav kiribû û red kiribû ku ew li Ukrayna sivîlan dike armanc.
Ji dema dagirkirina Ûkrayna ji liîyê Rûsya ve, Moskow bo cezakirina rexnegiran û kesên wek xayin têne dîtin, qanûnên bihêztir derxistiye.
Li bende ye encamên raporê di rûniştina berdewam ya HRC de roja Pêncşemê li Cenevreyê were gotûbêj kirin.