Neteweyên Yekbûyî îro Înê Rûsya tawanbar kir ku kiryarên wê li Ukrayna dikare bibe tawanên şer.
NY kiryarên wek bombebarankirina çavkorkî, kuştina sivîlan û wêrankirina dibistan û nexweşxaneyan wek kiryarên wî rengî nîşan dan.
"Hêzên çekdar yên Rûsî bi awayekî bêarmanc deverên sivîlan topbaran û bombebaran kirine, sivîl kuştine û nexweşxane, dibistan û binesazîyên din yên sivîl wêran kirine, û dibe ku ew kiryar bibin tawanên şer," Berdevka Ofîsa Komîserîya Bilind ya Mafên Mirovan a NY Ravina Shamdasani got.