Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zara Salih Behsa Rûberûbûna Rûsya û Welatên Rojava Dike


Doh Sêşemê Rûsya û welatên Rojava rûbirûyî hev hatin li dor raporteka ku Sûriyê gunehbar dike di karanîna çekên kîmawî de li Bajarê Xan Şêxûn.

Rûsya di vê derabarê de rastî gelek rexneyên tund tê li dor piuş=tgiriya wê ya berbiçav a rêjîma serokê Sûriyê Beşar Esed.

Şîrovekarê siyasî Dr. Zara Salih di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka behsa helwesta Rûsya kir û got:

“Rûsya piştgiriya rêjîma Sûriyê dike ji bo berjewendiyên xwe yên taybet …Rûsya dê her wiha berdewam be di vîtokirina biryar û raportên dijî rejîmê de ta ku ew û Amerîka digihin rêkeftinekê.”

Salih ku li Birêtanya Dimîne helwesta Brêtanya di vê derbarê şîrove kir û got nakokiyên Brêtanya û Rûsya ji berê de ne û ew di her boneyeka wiha derdikevin pêş.

Ji bo guhdarîkirina li Hevpeyvînê faylê deng veke

Zara Salih 08_11_2017
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:14 0:00

XS
SM
MD
LG