Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Dibêje Hamas û Îsraîl Tawanên Şer Kirine


Neteweyên Yekbûyî (NY) îro Çarşemê dîyar kir ku Îsraîl û Hamasê di qonaxên destpêkê yên şerê Gazayê de tawanên şer pêk anîne kirine û herwiha kiryarên Îsraîlê tawanên dijî mirovahîyê ne jiber ziyanên girse yên sivîlan.

NY ev tawanbarî li ser bingeha encamên du raportên Komîsyona Vekolînê ya Neteweyên Yekbûyî (COI) ragihand, ku wê hefteya pêş ji Civata Mafên Mirovan ya NY werin pêşkêş kirin.

Raportek di derbarê êrîşên bi pêşengîya koma çekdar Hamasê di 7'ê Cotmehê de li Îsraîlê û ya din jî li ser bersîva leşkerî ya Îsraîlê li Kerta Gazayê ye.

"Tawanên dijî mirovahîyê yên komkûjîyê, kuştin, zordarîya zayendî ya ku mêr û xortên Filîstînî dike armanc, veguhestina bi zorê, êşkence û serederîya nemirovahî û hovane hatin kirin," COI di raportekê de got.

COI herwiha eşkere kir ku Îsraîlê tawanên şer yên din jî kirine, tevî wekî rêbazek şer birçîhiştin; ku pêdivîyên bingehîn yên mîna xwarin, av, stargeh û derman jibo Filîstînîyên li Gaza re peyda nekiriye û hevdem de peydakirina wan pêdivîyan ji hêla alîyên din jî asteng kiriye.

Îsraîl, ku bi COI re hevkarî nekiriye, encamên her du raportan jî wek "cudakarîya sîstematîk ya dijî Îsraîlê," red kir.

"Komîsyona Vekolînê careke din îspat kir ku hemû kiryarên wê di xizmeta rojeveke siyasî ya dijî Îsraîlê ne," Balyozê Îsraîlê li NY li Cenevre Meirav Eilon Shahar got.

Herwiha, Komîsyona Vekolînê ya NY Di raporta xwe de, destnîşan kir ku milîtanên Hamasê, komên din yên çekdar yên Filîstînî û sivîlên ku di êrîşa 7ê Cotmehê de cîh girtine "bi qestî kuştin, birîndarkirin, dîl girtin û tundîya zayendî û destdirêjî pêk anîne."

COI dîyar kir ku ev kiryarana dijî sivîl û hêzên ewlekarîyê yên Îsraîlê, hatine kirin

"Ev kiryar tawanên şer û binpêkirina qanûnên mafên mirovan yên navnetewî ne," komîsyonê got.

Komîsyonê herwiha got ku wê ser bêrêzdarîya cenazeyan belgeyên girîng bi dest xistine, ku di nav de serjêkirin, perçekirin, şewitandin, bêrêzdarîya zayendî, qutkirina parçeyên laşan û tazîkirin jî hene.

“Jin di dema kuştin û revandina xwe de rastî tundîya zayendî hatin. Jin û laşên jinan ji alîyê sûcdarên mêr ve, wek sembolên serketinê hatin kar anîn,” COI di raportekê de got.

Hamasê heya niha li ser van du raportên NY daxuyanî nedaye.

Hêjayî gotinê ye ku carnan, delîlên ku ji hêla saziyên wiha yên NY ve hatine berhev kirin, jibo darizandina tawanên şer bingehekê ava dike.

Dibe ku ev raportên COI ji hêla Dadgeha Tawanan ya Navnetewî (ICC) ve werin kar anîn, ku dozger meha borî jibo serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, wezîrê berevanîyê û sê reberên Hamasê, jiber tawanên daxwaza girtinê kiribû.

Jêder: Reuters, AFP

XS
SM
MD
LG