Komîsyona Lêkolînê ya Sûrîyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) îro Duşemê bi raporekê ragihand ku pêla tundûtûjîyê ya li Sûrîyê bilind bûye.
Rapor dîyar dike ku alîyên şerker li gelek enîyan zararê didin binesazîyê û sîvîlan û krîza mirovahî ya li Sûrîyê kûrtir dikin.
Serokê Komîsyona Lêkolînê ya Sûrîyê ya NY’ê Paulo Pinheiro got ku ji meha Cotmehê vir ve pevçûnên li welêt di asta herî bilind ya çar salên dawî de ye.
Pinheiro dîyar kir ku alozîya li Sûrîyê gur dibe û bang li bîragiştî ya navneteweyî kir ku jibo agirbesta li welêt tevbigerin.
Wî da zanîn ku pirtir ji 90 ji sedê Sûrîyan di feqîrîyê de dijîn û dîyar kir ku aborî jiber toleyan xirab bûye û hêzên çekdar û mîlîs talanê dikin.
Di raporê de operasyonên artêşa Tirk yên dijî Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) jî cîh girt.
Li gor raporê, Tirkîyê êrîşên esmanê birine ser navendên enerjîyê û bi binpêkirina hiqûqa mirovî ya navneteweyî bi qasî 1 mîlyon kes bi hefteyan tî û bê elektrîk hiştine.
Rapor dîyar dike ku di êrîşên dronî de sîvîl jî hatine kuştin ku êrîşan bi wî rengî dikarin wek tawanên şer werin hesibandin.
Wê rapora NY’ê bal kişand ser pevçûnên li Dêrezorê yên koalîsyona eşîretan û HSD’ê û dîyar kir ku di wan pevçûnan de jî sîvîl hatine kuştin.
Rapor dîyar dike ku li gor gilîyên ser pevçûnan Rêvebirîya Xweser ya bi pêşengîya Kurdan bê pere maye û di dayîna xizmetên serekî de kêm dimîne.
Komîsyona Lêkolînê ya Sûrîyê radigihîne ku mîlîsên ku alîgirên Îranê ne li rojhilata bakurê Sûrîyê pirtir ji 100 caran êrîş birine ser bingehên Amerîka û hêzên Amerîkî jî li rojhilata Sûrîyê bi êrîşên esmanî bersîv daye wan mîlîsan.
Dîsa li gor raporê çekdarên Dewleta Îslamî (DAIŞ) êrîşên xwe yên li Sûrîyê dîsa zêde kirine û xêncî navendên leşkerî, êrîş birine ser sîvîlan jî.
NY dide zanîn ku di nav van alozîyan de li Sûrîyê 16,7 mîlyon kes li benda alîkarîyan in ku ev ji destpêka krîza wî welatî vir ve hejmara herî bilind e.
Li gor ragihandina NY’ê kêmbûna cidî ya xêrxwazan ew xistiye rewişeke dijwar jibo dayîna alîkarîyan û biryarên kêfî yên hikûmeta Sûrîyê û tole jî belavkirina alîkarîyan zortir dikin.
Komîsyona Lêkolînê ya Sûrîyê rapora xwe ya dawî wê 18’ê Adarê pêşkeşî Konseya Mafên Mirovan ya NY’ê bike.
Jêder: NY