Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî û wezîrê derve yê welatê Singaforê îro Yekşemê di kombûnên Bêjîn de xemên xwe li dor nakokiyên bazirganiya cîhanî der birîn.
Wezîrê derve yê Singaforê Vivian Balakrishnan got:
“Ev demeke ku tê de asta himbêzkirina tenêtî û xweparastinê bilind dibe.”
Di kombûneka ciyawaz de, sekretere giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres welatê Çînê wek welatekî zor girîng di sîstema navnetewî de bi nav kir.
Wî got:
“Çareseriya van kêşeyan ewe çakirina globalîzmê, ne gurkirina pirsiyaran li dor wê. Çare ewe hevrêziya navnetewî, ne xweparstin û xwedûrxistinê.”
Ev xem tên di demekê de ku nakokî bilind bûne di navbera Amerîka û Çînê de li dor danîna bacan ser danûstandinên bazirganî di navbera herdû welatan de.