Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY jibo Tirkîyê Banga 1 Mîlyar Dolar Alîkarîyê Dike


Neteweyên Yekbûyî (NY) ser erdhejên li Tirkîyê banga alîkarîya 1 mîlyar dolarî kir.

Ji karbidestên NY’ê Martin Griffiths dîyar kir ku jiber erdhejên trajedîyeke giran çêbûye.

Sekreterê Giştî yê NY’ê Antoni Guterres ser banga alîkarîyê daxuyanîyeke nivîskî belav kir.

Guterres dîyar kir ku ev sindoqa bo sê mehan dê bo 5,2 mîlyon kes bibe alîkar.

‘’Li cîhanê herî zêde li Tirkîyê penaber dijîn. Wî welatî bo cîranên xwe yên Sûrî bi salan comerdîyeke mezin kiriye. Niha wext hatiye ku cîhan piştgirî bide gelê Tirk’’ Guterres got.

Wî dîyar kir însan êşê dikişînin û ew nikarin alîkarîyê li ba bixin.

Ser erdhejên li Tirkîyê, Guterres got ku yek ji afetên herî giran yên serdema me ye û dîyar kir ku divê alîkarîyeke xurt çêbe.

Karbidestên Tirkîyê didin zanîn hejmar mirîyên erdhejan ji 36 hezarî borîye.

Jêder: Reuters, AFP

XS
SM
MD
LG