Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY'ê li Herêma Şer ya Ukrayna Cara Pêşî Alîkarî Belav Kir


Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku karwaneke bi 3 qamyon' îro Înê alîkarî gihandiye Ukrayna.

NY dîyar kir ku alîkarî li 800 kesên nêzîkî Soledar ya li Donetsk ya li rojhilata Ukrayna hatine belav kirin.

Pêdivîyên wek xwarin, av, paqijî û derman yên NY’ê ji destpêka şerê Moskow û Kîevê vir ve ev cara pêşî ye ku digihêje Ukrayna.

Li gor daxuyanîya NY’ê maşîneyên ku ji Dnipro derketine îro Înê li herêmên bin kontrola hikûmeta Ukrayna rawestîne.

Di daxuyanîya NY’ê de cîhê alîkarîyan bi zelalî nehat eşkere kirin.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG