Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: Di Şerê Yemenê de 10 Hezar Zarok Hatine Kuştin û Birîndarkirin


Berdevkekî ajansa Neteweyên Yekbûyî UNICEF îro Sêşemê ragihand ku di şerê Yemenê de bêtirî 10,000 zarok hatine kuştin û birîndar kirin.

James Elder ji rojnamevanan re got ku li gor van hejmaran, her roj li Yemenê çar zarok yan tên kuştin yan jî birîndar dibin.

Neteweyên Yekbûyî (NY) rewşa li Yemenê wekî xirabtirîn krîza mirovahî ya cîhanê binav dike.

Şerê li Yemenê dawîya sala 2014’an ji nû ve destpê kir û ji 2015an û vir ve koalisyonek bi serkêşîya Erebistana Saudî şerekî li dijî mîlîtanên Husî birêve dibe.

Ev şerê dirêj li Yemenê bûye sedema têkçûna aborîya welêt û xizmetên saxlemî û civakî.

UNICEF dibêje ku çar ji pênc zarokan pêdivî bi alîkarîya mirovahî hene.

Li gor van hejmanrên NY, ji Adara 2015’an ve û heta 30ê Îlona îsal, bi giştî 3,455 zarok jiber şer li Yemenê hatine kuştin û bêtirî 6,6000 jî birîndar bûne.

XS
SM
MD
LG