Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berpirseka NY Dibêje Êrîşên Esmanî li Yemenê Bêhtirî 30 Sivîl Kuştine


Berpirsa Neteweyên Yekgirtî ya karûbarê mirovahî li Yemenê got êrîşên esmanî roja Şemiyê li herêmeka çiyayî ya welêt bêhtirî 30 kesên sivîl kuştin.

Serhildêrên Hosî, koalisyona bi serkirdayetiya Erebistana Saudî tawanbar kir bi êrîşên tolvegerandinê wek bersiva xistina firokeka wê li parêzgeha Jawfê.

Li gor ajansa nûçeyan a dewletê ya Erebistana Saudî, peyvdarê koalisyonê Tirkî Malikî gotibû ku ew vekolînan dikin li dor ihtîmala ku sivîl bi şaşî hatibin kuştin di dema hewldanên rizgarkirina tîma firoka ku roja Înê hatibû xistin de.

Kordînatora NY ya karûbarên mirovahî li Yemenê Lise Grande got van êrîşên esmanî yên tund li navçeya Maslub herî kêm 31 sivîl kuştin û 12 birîndar kirin, li gor raportên seretayî ji ser erdê.

Wê got gelek birîndar hatin veguhestin bo nexweşxaneyên Jawf û Senaa ya paytext.

Peyvdarê wezareta tenduristî ya Hosiyan Yûsif Hedrî got êrîşan herî kêm 32 kes kuştin, di nav de jî jin û zarok.

Gurûpa ku Îran piştgiriya wê dike, hin wêne belav kirin ku tê de hin otombêl û avahiyekê diyar dike û her wiha hin termên ku gurûpê got ew yên qorbaniyên êrîşê ne.

XS
SM
MD
LG