Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: Li Afganistanê Derfeta Baş ya Aştîyê Heye


Toby Lanzer
Toby Lanzer

Neteweyên Yekbûyî îro Înê ragihand ku bi kardînasyoneke xurt ya hewilên aştîya navnetewî û daxwaza tevlêkirina hemî alîyan, li Afganistanê li gor salên pêştir derfeteke baştir ya aştî heye.

Karbidestê bilind yê Neteweyên Yekbûyî Toby Lanzer li Cenevrê ji nûçegîhanan re got ku li Afganistanê derfetên nû peyda bûne û bona aştîyê bingeheke xurt ya geşbînî heye.

Lanzer ti hûrgilî li ser gotinên xwe nedan, lê wî got ku di roj û hefteyên were de gotûbêjên ser aştîyê wê berdewam bin.

Rêberên Talîbanê li Qatarê bi nûnerê taybet yê Amerîkî Zalmay Xelîlzad re cara duyê ya nav mehekê hevdîtinek kiribû.

Serokê Amerîka Donald Trump jî Pêncşemê gotibû ku Amerîka bo danûstandinên aştîyê di rewşeke pir xurt de ye.

XS
SM
MD
LG