Neteweyên Yekbûyî (NY) îro Înê ragihand ku zêdetirî nîvê zeviyên çandinîyê yên Gazayê ji ber pevçûnan zîyan dîtine. Ev zevî jibo peydakirina xwarinê ji rûniştvanên li herêma rûbirûyê birçîbûnê ye jêdereke girîng bû.
NY got ku du sazîyên wê, Navenda Satelîtê ya NY (UNOSAT) û Rêxistina Xwarin û Çandinîyê (FAO) ev dane bi dest xistine, bi nirxandina dîmenên satelaytê yên Kerta Gaza ku di navbera Gulana 2017 û 2024’an de hatine kişandin.
Piştî nirxandinê, UNOSAT û FAO dîtine ku ji sedî 57 ji zevîyên domdar yên çandinîyê li Gaza bi aweyekî berçav kêm û wêran bûne.
"Di Gulana 2024’an de, saxlemî û pirbûna zaviyên çandinîyê li seranserê Kerta Gaza, li gor heft demsalên berê kêmbûneke berçav nîşan dane," UNOSAT got.
UNOSAT destnîşan kir ku kêmbûn û wêranbûna zevîyan jiber çalakîyên têkildarî pevçûnên li Kerta Gaza çêbûne, ku di nav de rûxandin, tevgera wesayîtên giran, bombekirin û topbarankirin jî hene.
Saziya NY bal kişand ku nirxandina wan di zevîyên çandinîyê yên wêranbûyê de, zêdebûnek ji sedî 30 nîşan daye, li gor nirxandina wan ya herî dawî di Nîsana sala borî de.
Ev daneyên NY wêrankirina bax, zeviyên keskîtîyan li Gazayê eşkere dike, ku piştî heşt mehan ji bombebarana Îsraîlê, niha birçîbûn berbelav e.
Rêxistina Saxlemîyê ya Cîhanê (WHO) roja Çarşemê hişyarî da ku gelek mirovên li Gaza bi "birçîbûna di asta felaketê de û şertên dişibin xelayê re" rûbirû ne.
Rêvebirê Giştî yê WHO Tedros Adhanom Ghebreyesus jî got ku li Gazayê zêdetirî 8 hezar zarokên ji 5 salî biçûktir jiber kêmxwarina tund têne dermankirin.
Li gor daneyên UNOSAT, li Kerta Gaza bi qasî 151 km2 zevîyên çandinîyê hene, ku ji sedî 41’ê axa herêma beravê pêk tîne.
Operasyona bejayî û esmanî ya Îsraîlê destpê kir, piştî koma çekdar Hamasê di 7'ê Cotmehê de êrişî başûrê Îsraîlê kir û li gor daneyên Îsraîlî nêzî 1200 kes kuştin û zêdetirî 250 dîl girtin.
Di êrîşên Îsraîlê li Kerta Gaza zêdetirî 37 hezar Filîstînî hatine kuştin, li gor karbidestên saxlemîya Gaza ku li kontrola Hamasê de ne. Ji bilî wê, wêranîyeke berfireh li seranserê devera Filîstînî jiber şer çê bûye.
Jêder: Reuters