Neteweyên Yekbûyî îro Pêncşemê dibêje ku di encama pêdaçûna wêneyên sateleytî de, eşkere dibe ku zararên nû li taxên li rojhilata Şamê qewimîne.
Ajansa satelaytî ya Neteweyên Yekbûyî (UNOSAT) dide zanîn ku vekolînên pêşîn yên wêneyan, zîyanên berfireh li bajarokên Kafr Batna û Arbîn yên Gutaya rojhilat nîşan didin.
UNOSAT bal dikşîne ku li herêma bi firehîya 62.5 km2, ji 3’ê Berfanbarê vir ve gelek avahî bi temamî hilweşîne.
Gutaya rojhilat ku ji jimareke gund û bajarokan pêk tê, li dawîya hêla rojhilatê cîh digire û ji mêjve dibe armanca êrîşên hikûmeta Sûrîyê ku piştgirî ji rûsya werdigire.