Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Dibêje Heta Niha ji 738 Zilamên ji Felucê Agahî Tune


Jan Kubis li Bexda
Jan Kubis li Bexda

Nûnerê taybet yê Neteweyên Yekbûyî bo Îraqê Jan Kubis dibêje, bi giştî 738 mêr û kur hinda bûne, piştî ku ew, di dema rizgarkirina bajarê Felucê de, ji alîyê çekdarên Şîa ve hatine desteser kirin.

Kubis ji Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî re got, raportên pêbawerkirî giheştine destê wan ku di dema operasyona Felucê de kuştinkarî, êşkence û hindakirina mirovan ji alîyê çekdarên Şîa û hêzên ewlekarîya Îraqê vê têne kirin.

Kubis bi berdewamî got, ji 95 zilamên ku di 25ê Gulanê de, ji alîyê Heşid El- Şaabî ya Şîa agahî ve hatin girtin, heta niha agahî ji nayên standin.

Kubis da zanîn ku 643 zilam û law hîn jî hinda ne, piştî ku ew di 5ê Hezîranê de ji alîyê hêzên Şîa ve li bakurê Felucê hatibûn binçav kirin.

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî bang li karbidestên Îraqê kir ku vekolînekê bike û rewşa wan kesan bîne pêş ronîyê.

XS
SM
MD
LG