Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Emîndarê Giştî Yê NY Êrîşa li Dij Serokwezîrê Îraqê bi Tundî Şermezar Dike


Antonio Gutteres
Antonio Gutteres

Emîndarê Giştî yê Netewên Yekbûyî(NY) Antonio Guterres hewila kuştina serokwezîrê Îraqê Mustefa Al-Kazimî bi tundî şemerzar kir ya ku serê sibeya yekşemê pêkhatî û daxwaza sizadana bikerên wê tawanê dike.

Emîndarê Giştî daxwaz ji hemî Îraqiyan dike ku gelek di xweragir bin û hemî cûrên tundiyê û hewildanên têkdana tenahiya li Îraqê şermezar bikin.

Sekirterê Giştî yê NY bangî karbidestên siyasî yên biryarder li Îraqê dike da ku pabendî destûrê bin û çareseriya pirsgirêkan bi rêkên aştiyane û diyalogek seranserî encam bidin.

Netewên Yekbûyî dê piştevanê hikûmet û gelê Îraqê be jibo gehiştina paşerojek baştir.

Daxuyaniya Sekirterê Giştî yê Netewên Yekbûyî ji aliyê peyvdar Stéphane Dujarric Hatiye weşandin.

Li aliyek din Netewên Yekbûyî di malpera xwe ya twîterê de weşandiye ku Şanda Netewên Yekbûyî li Îraqê UNAMI, hewildana kuştina Serokwezîrê Îraqê bi rêya droneke bombekirî bi tundî şermezar kirîye.

UNAMI, Şanderên Netweên Yekbûyî li Îraqê, bang li wî welatî kirîye da ku rê nedin terorê, tundûtujiyê û karên derveyî yasayê ku rêbaza rewşa tenahî û rihetiya li Îraqê biguherînin.

XS
SM
MD
LG