Neteweyên Yekbûyî îro Sêşemê ragihand ku pirtir ji 200 gorên komelî li Îraqê hatine dîtin ku qurbanîyên tundîya DAIŞ’ê tê de hatine veşartin.
Raporta ofîsa mafên mirovan ya Neteweyên Yekbûyî û nûnertîya wê ya Îraqê dide zanîn ku li gor pêzanînên ji hikûmeta Îraqê û rêxistinên sivîl, dora 6,000 heta 12,000 term li wan goran hene.
Neteweyên Yekbûyî pêşîbînî dike ku reng e di rojên were de hîn gorên pirtir werine dîtin.
Dora nîvê gorên ku hatine dîtin li Mûsilê ne û cara yekê di derengîya sala 2014an de li wê derê gorên wî rengî hatibû dîtin.
Dîsa, li Kerkûk, Salahadin û Enbar jî gorên komelî hatine dîtin.