Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: Heta 50 Hezar Sîvîl li Nav Reqa Asê Mane


Neteweyên Yekbûyî (NY) texmîn dike ku nêzîkî 20,000-50,000 sîvîl li hindurê bajarê Reqa asê mane, di vê demê de ku şerê navbera Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) û DAIŞ’ê berdewam dike.

Berpirsa karê mirovahî ya NY, Ursula Mueller îro Pêncşemê ji Civata Giştî ya NY re got ku "rewşa sîvîlan pir xeter e û rê tune ku ew ji bajêr derkevin."

Xanim Mueller got ku pevçûnên dijwar û êrîşên esmanî bi dehan sîvîl kuştine û birîndar kirine. Wê bal kişand ku pirtir ji 30,000 kesên din jî, ji meha Tîrmehê vir ve, mecbur mane ku warên xwe bihelin û bûne penaber.

Hêjayî bîrxistinê ye ku HSD’ê ya bi piştgirîya Amerîka, di 6ê Hezîranê de dest bi operasyoneke berfireh kiribû ku Reqa ji destê DAIŞ’ê rizgar bike.

XS
SM
MD
LG