Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Destûra Gîhandina Alîkarîya Mirovahî ji Sûrîyê re Nû Kir


Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî îro Sêşemê jibo saleke din erê kir ku alîkarîyên mirovahî ji dervayê sînor bigehijin Sûrîyê.

Biryara Civata Ewlekarî, tevî hin fikarên Rûsya hate wergirtin. Di dengdanê de 13 dewlet dengê erê dan, Rûsya, Çîn û Bolîvya tev li dengdanê nebûn.

Li gor erêkirina destûrdana alîkarîya mirovahî, Neteweyên Yekbûyî û hevkarên wê dê bikaribin alîkarîya bigehînin pirtir ji sê mîlyon hemwelatîyên ku li başûr û bakurê Sûrîyê dijîn.

Berpirsê karê mirovahî yê Neteweyên Yekbûyî îro Mark Lowcock kêfxweşîya xwe li ser biryarê dîyar kir û got ku gîhandina alîkarîyên ji dervayê Sûrîyê jibo kesên li wê derê dijîn pir girîng e.

"Vê mehê pirtir ji 650 qamyon, ji ser rêka welatên cîran alîkarîya xwarinî ji dora 900,000 kesan re gîhandin û nêzî mîlyonek kes re alîkarîya saxlemî pêşkêş kirin,” Lowcock

XS
SM
MD
LG