Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Ewlekarî ya NY Piştgirî Dide Danûstandinên Aştîyê li Sûrîyê


Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî bi helwesteke yekgirtî piştgirî da danûstandinên aştîyê, piştî ku êrîşên esmanî yên rejîma Sûrî ku pirtir jî 100 kesa di encamê de hatibûn kuştin.

Pisporên sîyasî dibêjin, piştgirîya danûstandinên aştîyê nîşana vîyaneke xurt ya çareserkirina kêşeya Sûrî ye, di vê demê de ku gefa DAIŞ berdewam dike.

Lê, hin çavdêrên din jî hişyarî didin ku cudabirîyên kûr di navbera her du alîyan de heye.

Daxuyanîya Civata Ewlekarîyê, mînaka yekê ya nav du salên borî ye ku veguherîneke sîyasî pêşnîyar dike û piştgirî dide plana avakirina komên nû yên nîqaşkirina qedandina şerê navxweyî.

Berpirsê karên mirovahîyê li Sûrîyê Stephen O'Brien roja Duşemê bal kişandibû ku kêşeya berdewam li Sûrîyê, xeterî li ser jîyana sîvîlên li wî welatî û tevahîya aramîya Rojhilata Navîn dike.

Hêjayî bîrxistinê ye, di êrîşên esmanî yên rejîma Sûrî de 96 kes li Hums hatibûn kuştin û pirtir jî 200 kesên din jî li nêzîkî Şamê birîndar kiribûn.

XS
SM
MD
LG