Lînkên eksesibilîtî

Endama Komîsyona Vekolînê ya Derbarê Sûrîyê Dest ji Kar Berda


Penaberên Sûrî

Dozgereke berê yê tawanên ceng ku ji pênc salan vir ve, li ser navê Neteweyên Yekbûyî vekolîna zêdegavîyên li Sûrîyê dike, dest ji kar berda.

Carla Del Ponto ragihand ku ew dest ji Komîsyona Vekolînê ya derbarê Sûrîyê berdide jiber ku Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî piştgirî nade karê wê komîsyonê.

Del Ponte ya Swîsrî berê jî li dadgeha tawanan ya navnetewî yên bo Yugoslavya û Ruwanda, wek dozger kar kiribû. Wê ragihand ku ew nema dikare bibe beşeke komîsyonekê ku tiştekî girîng nake.

"Ez karê xwe yê nav komîsyonê, ku tu piştgirîya vîna sîyasî wernagire, dihêlim. Endamên Civata Ewlekarî naxwazin dadwerî pêk bînin."

Hêjayî bîrxistinê ye ku komîsyona Neteweyên Yekbûyî di Tebaxa 2011an de, çend meh piştî destpêbûna xwepêşandanên dijî Beşar Esad hatibû damezrandin.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG