Berpirsê alîkarîyên mirovahî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) jibo krîza Sûrîyê, David Carden îro Sêşemê di serdana herema Îdlîbê de bang li welatan kir ku alîkarîya bo wî welatî bidomînin.
"Fînansekirina heyî jibo peydakirina hewcedarîyên xelkê herî xizan bi eşkereyî ne bes e, " Carden got.
Herêma Îdlîbê, asêgeha herî dawî ya opozîsyona çekdar ya Sûrîyê ye, û nêzî sê mîlyon kes lê dijîn, ku gelek ji wan ji beşên din yên welat koçber bûne.
Komên alîkarîyê hişyarî didin ku bernamayên jibo Sûrîyê di xeterîyê de ne, jiber ku piştî 13 salên şer li Sûrîyê xêrxwazên bexşnadinê dikin westîyane û bala civaka navneteweyî ser pevçûnên li heremên din e.
Carden destnîşan kir ku jibo bernamayên mirovahî yên li Sûrîyê di 2024’an de zêdetirî 4 mîlyar dolar budce hewce dike, lê NY heya niha tenê ji 240 mîlyon dolar berhev kirîye.
Çavkanîyên bandorê li kanîna NY dike ku alîkarîyên bi qamyonan ji ser sînorê Tirkîyê bişîne û piştgirîyê bide kesên ku li bakurê rojavayê Îdlîbê ne.
Karbidestê NY Carden banga fînansekirina bernameyên alîkarîyê yên li Sûrîyê di demeke gir Sûrîyê de kir, berîya ku di dawîya vê mehê de li Brukselê konferansa bexşandinê ya bo wî welatî pêk were.
" Piştî pevçûnên 13 salan gel ji alîkarîyên derve bêzar bûne. Divê ku em her tiştê ku ji destê me tê bikin, da ku gelên li Sûrîyê karibin rabin ser pîyan û dest bi jiyana xwe bikin," wî got.
Karbidestê Bernameya Xwarinê ya Cîhanî Janne Suvanto jî di nava şandeya NY bû ku serdana Îdlîbê dikiri
Suvanto dîyar kir ku rewşa ewlekarîya xwarinê li bakurê rojavayê Sûrîyê pir xirab e.
"Zêdetirî 600 hezar kes rûbirûyê xeterîya peydakirina xwarinê ne," wî goy.
Li gor NY ji sedî 90’ê xelkê Sûrîyê di nava xizanîyê de dijîn. Şerê navxweyî li Sûrîyê di 2011’an de destpê kir, piştî ku Serok Beşar Esed xwepêşandanên aştiyane yên dijî hikûmetê bi destê zorê têk birin.
Di nava 13 salan de, zêdetirî nîv mîlyon Sûrî hatin kuştin û bi mîlyonan kes neçar man ku birevin û koçber bin, piştî ku rewş veguherî şerekî wêranker ku tê de artêşên biyanî, milîs û cîhadî hene.
Jêder: AFP
NY Berîya Konferansa Bexşandinê, Banga Piştgirîya Gelên Sûrîyê Dike
