Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Giştî ya NY Biryara Amerîka ya Ser Orşelîmê Red Kir


Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, pêşnîyara redkirina biryara Amerîka ya naskirina Orşelîmê wek paytaxta Îsraîlê û veguhastina balyozana xwe ji wî bajarî re, bi awayekî pir zelal red kir.

"Welatên Yekbûyî dê vê rojê ji bîr nekin ku em jiber karanîna mafê xwe yê wek dewleteke serbixwe, tenê hatin hiştin û emê dema hin dewlet ji me dirav yan bo berjewendîyên xwe piştgirîya me bixwazin jî bi bîr bînin,” balyoza Amerîka ya li Neteweyên Yekbûyî, Nikki Haley got.

Civîna Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ji alîyê Fîlîstînîyan ve hatibû daxwaz kirin û welatên Ereb û gelekên din yên bêalî piştgirî dabûn wan.

XS
SM
MD
LG