Ajansa Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) îro Çarşemê dîyar kir ku ji dagirkirina Rûsya ya di 24'ê Sibatê de vir ve zêdetirî pênc mîlyon Ukraynî heya niha ji welatê xwe revîne.
UNCHR ragihand ku pirtir ji nîvî penaberên Ukraynî zarok in.
"Heta îro 5.034.439 Ukraynî bûne penaber û ev hejmara li gor do Sêşemê di nava rojeke de giheştiye 53 hezar û 850 kesan"
Cîgira serokê UNHCR Kelly T. Clements ragihand ku di heşt hefteyên şer de hejmara penaberên Ukraynî ji pênc mîlyonî derbaz kiriye û ew hêjî dijmêrin.
"Pênc mîlyon çîrokên bêhempa yên windabûn û tramvayê," T. Clements got.
UNCHR herwiha da zanîn ku zêdetirî 2.8 mîlyon penaberên Ukrayî revîne Polonya û 750 hezar jî derbazî Romanya bûne.
Berpirsê giştî yê UNCHR Filippo Grandî jî li ser Twitterê peyam weşand û wiha got:
"Wan mal û malbatên xwe li dû xwe hiştin. Her êrîşeke nû hêvîyên wan dişikîne. Tenê bidawîbûna şer dikare rê li ber avakirina jiyana wan veke."
UNCHR hişyar kir ku krîza penaberên Ukraynî ji Şerê Cîhanê yê Duyê ve krîza penaberan ku herî zû mezin dibe ye.