Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî îro di dengdanekê de biryar da ku di Civata Mafê Mirovan de Komara Çek li şûna Rûsyayê bike endam.
Di dengdana veşartî ya îro de 180 ji 193 hemî endamên NY cîh girt û 157 dewlet dengê erê da û 23 dewlet jî ti deng bi kar neyînî.
Civata Mafê Mirovan Neteweyên Yekbûyî (UNHRC), ku bingeha wê li Cenevre ya Swîsre ye, xwedîyê 47 endaman e û sazîya serekî ya NY ku bi karê mafê mirovan mijûl e.
Emdamtîya Rûsya ya di Civata Mafê Mirovan Neteweyên Yekbûyî de,jiber êrîşa ser Ukrayna û binpêkirinên mafên mirovan yên ji alîyê Moskowe ve, li ser pêşnîyara Washingtonê di 7ê Nîsanê de hatibû cemidandin.
Endamtîya di Civata Mafê Mirovan Neteweyên Yekbûyî de li ser bingeha herêman tê dabeş kirin û dewleta ku cîhê Rûsyayê bigire divê welatekî rojhilata Ewrupa bibûya.